insan sarki sozleri

                  FERHAD MERDE İNSANE ŞARKI SÖZLERİ                   


                          


   Ku ez bêjim wê dengê min pir bilind be

Piştre guhê kû li min guhdar dike tirsim ber u vajî bikin

Ji ber yê kû min bin guhê diwarê derewan bixîne İNSANE


Tirsim ji xwere xeyale kî çêkim wek ku cenneta xwedewendos ez tê de hilperim

Ji ber yê kabusa berde xeyala min İNSANE


Bi baskên azadiye weke kevukekî di ezmanê welatê xwede ez newêrim bifirim

Ji ber yê kû min bi nêçîra xwe ji ezmana bîne xwar İNSANE


Ez esîrê dengê bilbilekî me guhdar bikim hembêz bikim lê ez newêrim

Ji ber yê kû bilbila Li pêşiya çavêmin di qefesa xwede ker bike bêdeng bike İNSANE


Nikarim berê va helbestê xwe bidim lêgerîna rastî u ez lê bigerim

Ji ber yê kû helbesta min kelepçe bike İNSANE


Nikarim berê va helbestê xwe bidim lêgerîna rastî u ez lê bigerim

Ji ber yê kû helbesta min kelepçe bike İNSANE


Ku çavêmin ronahiyekê bikeve ji kesekî re nabêjim u nebêjin

Ji ber kû yê kû çavêmin kor bike İNSANE


Li ber destê qederê ez bume esîr sêwî reben parsek winda

U Sebeba kû ez xwe'b qurbana berîka xelkê bikim İNSANE


Ez ditirsim bibim aşiq ji bo evînekî ne diyar

Yê kû xiyanetê li dilêmin bike İNSANE


Pirî caran Li pey mirinê ketim kû ez bimrim

Yê mirinê li min şîrîn bike İNSANE


Wê çawa dayikamin ser goramin ve be

Wê çawa dayikamin ser goramin ve be

Yê rê peşiya dayîka min jî bigre İNSANE


Min tobe be carek din ez bêm vê dinyayê

Min tobe be carek din ez bêm vê dinyayê

Ji ber yê kû min devletbuna xwede dîsa kole bike İNSANE


Ger însan wusa be çima insan insane

KA WİCDAN KA RUMET KANÎ DİL

Ma gelo ev jî ne para İNSANE

HEY İNSAN


3 yorum: