25 Ocak 2014 Cumartesi

Ferhad Merde Gazin Sarki Sozleri




Gazi Yê Mi ji Tera Te Xwe Ji Min Dur Xwist u Te Deste Xwe Ji Min Birî
Te hîşt ku Ez Rundike Xwe Di Dawî de Neynim u her bikim Girî
Ma Ne ez Bum Min dilê Xwe ji Tera kiri bu Textekî hewirmêşî hirî
U Tu di hewşa mala Minda Bibu Wek kewokek kedî
U Te Serê Xwe Kiribu Ew kofîya xweşikî Bi Gulgulî
U Nizanim ji bo Çi Min Ênirî Xwezî Min Bizanibîya Kî Bi Aqilê Te Dilîze Ku Ez Hez Te nakim

Dema Ku Min Hez Te Dikir Tu Hîn Bi Çuk Buy
U Tu Dinawa Zaroka Da Pence Berka Dilîst
U Te Nizanibu Ji bo Çi Rundikemi Di Ber Teda Pîr Dibin
Dema Tu Çuk Buy Tu Weka Mehsiyekî
Hiluç Tu Destê Min Da Ne Dihatî Girtin

U Te Nizanibu Ji bo Çi Ez te Neçîr Dikim
Ew Çaxa Min Rukenî Ya te Berî Ka Kene Xwe Da Hildihanî
Xwezî Min Bizanibîya Kî Bi Aqilê Te Dilîze Ku Min Nawê Te
Li Deftera Ewina Xwe Da Havitîye Yaramin

Ere Kijan Roje De Gotibu Wera Cem mi U Ez Nehatim
U Kîjan Roje Te Qêrin Kir U Bi Qêrina Te Şîyar Nebum.
Kijan Roje te Xwe Xemiland U Ez birqunek
U Xweşik Bu Na Te Serxewş Nebum
Heger Carek Min Pişta Xwe Da Be Te Nefretê Ji Min Bîne
U Heger carek Min Gulîlke Te Bi Şerbeta Ewina Xwe Aw Neda Be Nefretê Ji Min Bîne
U Heger Min Fîncana Di Destê Te De Tiştek Jê Wene Xawari be Nefretê Ji Min Bîne
U Heger Min Muma Şewa Te Bi Deste Xwe Wemirandi Be Nefretê Ji Min Bine

Beje Min Bêbexte Bêje Min Ti Derevçîne Bejê Min Di Duriçike Bêje Min Tu Xayîne
U Tu Li ser Min Çi Bêje Tu Serbeste Bêje Bêje
Tu Baş Nas Bike Yaramin Di Wa Yasa Ya Ewindarîyê Te Tu Carî Xiyanet Nîne
Kanî Te Goti bu Ezê Parçek Ji Gulîyê Xwe Ji Tera Bikim Diyarî
U Kanî Te Gotibu Ew Cejn Çu Di Cejne Kî Dida Eze Şekirekî Di Nawa Lewê Te Da Bihilînim Kanî
U Kanî Te Goti bu Min Sond Xwarîye Ku Ez Ti Kedera Di Nawa Xemên Teda Venejînim Kanî
U Kanî Te Goti bu Ku Heger Tu Bimre Bila Ez jî Bimrim
U Bila Ez Ji Bimrim U Bila Ji Bo Kesi Neminim Kanii
Ez Derewçînim Yan Tu Derewçîne
Ez Xayînim Yan Tu Xayîni Peymana Min U te Hebu
Bi Rundika Kela Ewine Awa Bikin Ma çi Zu Te Bîrkir
Di Nawa Xelk U Alemê Da Min Derewçin Dernexe Ku Ez Bêjim Min Yarek Heye Yaramin

Ketim Ber Tawên Bebexta U Ez Ne Ketim
Mam Di Dinyayekî Ku Herkes Deriyê Xwe Li Min Bigre U ez Neketim
Di Naw Çar Dîwarên Bedengîyê da Min Bi Tena Min Hîştin U Ez Neketim
Zingara Zincîra Newalen Kurman Di Deste Min De Çekirin U Dîsa Jî Ez Neketim
Neketim Neketim Wellehi Ji Ber Te Ez Neketim

Ma Ne Ez Bum Min Hîşt Tu Porê Xwe Di Çemê Dîn Buna Minde Bişo
U Ez Bum Min Hîşt Tu Kezîyê Xwe Bi Tilîyê Destê Min Buhunîne
U Ez Bum Min Hîşt Tu Suretê Xwe Di Rundike Çawê Min Da Bibîne
U Ez Bum Min Hîşt Tu Kewa Xwe Di Heywa Kew Çêrîna Li Ser Zewîye Dile Min Biçerîne
U Ka Ji Xeynî Kehr Kulu U Meraqa Pê We Te Çi Daye Mi
U Ka Ji Xeynî Ku Ez Bidim Nîşana Mêrkujî Awiren Pê Wa Te Çi Daye Mi

Da Kengî Te Min Bibe Ser Behra Dilê Xwe U Tê Min Tî Wegerine
Da Kengî Ezê Li Benda Sozê Te bim Te Min Bi Soze Xwe Yî Derewîn Bixapîne
U da Kengî Ez e Di Meyxana Xweşik Buna Te Serxweş Bibim
We Herkes Ji Min'ra Bêje Tu Dînî

Êêêê Di Bese Ji Derdê Te Êzabê Sala Dikşinim Bese
Min Derfet Nîne Ez Wî dilî Bi Xwe'ra Hilînim
Te Çi Ji Min Xewast U Min Negot Na
U Min Çi Mektup Ji Tera Şand Lê Te Bersiw Neda, Neda

Li Benda Bersiwa Te Her Tişt Kete Xew
U Ez Bi Tena Xwe Mam, Ma Ew Qumrîya Di nawa Min U Te Da Hatu Çu Ma Mir
Çi ma Yaramin Tu Nehelî Kabusu Pîr Êbokên Di Xewna Min u Te da Bibin Serkêşe Gowenda Me
U Tu Nehêle Beko Ewan Jî Bibe Bazirganê Şewk U Şemale te
Ka Tu Were Ji Nuwa Em Dest Pê Bikin
U Nuwa Em Kederan Li Hev Par Bikin
U Ji Nuwa Stêrkan Dahwetî Şewa Xwe Bikin Yaramin
Ne Tu Min Bigrîne U Ne Ez Te Bigrînim
Ne Tu Min Bixapîne U Ne Ez Te Bixapînim
Bi Gulîlkan Em Kela Ewîne Awa Bikin Yaramin
Ji Nuwa Em Di Dibistana Ewine De Xwe Perwerde Bikin
Qey Tu Careke Ji Min'ra Were Runi Mehbura Ku Bi Tewna Mi Hatîye Çêkirin

Ez Li Benda Teme Ku Du Bide Min Pehrîyek Nan Ji Tendura Agirên Te Sincirî
U Xwezîya Min Sifrîya Xwe Bi Xemiline Bi Penêren Koçerî
U Te Bide Min Kaqudek Ji Rebazek Ku Te Bi Destê Xwe Çinî
U Ti Her Şefaqan Bide Min Şanek Ji Hingiwên Helandî

Wek Ku Herkesî Ez Hez te Nakim
Wek Ku Herkesî Ez Hez te Nakim
Le belê Weka Xwe Hez Te Dikim
Weka Ku Herkesî Nawe Te Nakim Êyşe
Ne Ez Dibêjim Fatê U Ne Ez Dibêjim Xecê

Le Ji Kurdî Pêwa Tu Naw Xewştir Nînin Ku Ez Nawekî Li Te Bikim Yaramin
Hela Ka Tu Carekî Din Li Bejn U Bala Xwe Bike Kiras U Xeftanê Qedîfe
Ye Dîlbera Xurinîya Bazin U Xilxala Li Ber Guhên Min Bikewe
Ka Tu Carek Din Derkeve Bi Xizen U Guharan Qurunfilî

We Di Singa Te Da Gerden Bibe Morikên Mirowarî
U Tu Çendi Zalimu Bê Ujdan Be Eze Li Te Biborinim
U Her Çendî Gotine Te Ji Min'ra Zemherî U Jehr Be Ezê Daqiltînim
Ku Agirên Cehnema Te Ji Min'ra Qeder Be Jî Eze Xwe Te Da Bişevutînim

Ku Tu Çi Li Min Bike Şîrîne
Tu Tehl Be Jî Tu Şîrîne
Tu Simak Be jî Tu Şîrîne
Keçe Tu Fêêlbaz Be Jî Tu Şîrîne

Li Hember Min Di Bi Kîn Be Jî Tu Şîrîne
Tu Şîrîn Be Jî Tu Her Şîrîne
E Hîn Tu Çi Li Min Dixwazî Yaramin
Belku Ez Nikarim Te Bi Texsî U Ereba U Otomobila Bigerînim
Lê Ez Dikarim Te Bawêjim Ser Hespa Dilê Xwe U Te Birewînim
Hey Xwediya Çel Kezî Ma Hîn Jî Tu Ji Min Ênirî
Ma Hin Jî Tu Ji Min Ênirî
Ma Hin Jî Tu Ji Min Xeyidî