EZ HIN WEK XWE ME HEVAL
Hin Ez wek xwe me heval, wek çawa te min dît, hildikşim bi tevî ku dijmin dûre jî dîsa jî bi hêviyên xwe re hildikşim. Jixwe ew çîroka, di sibatên sar de, te ji min re digot; aniha ez wê çîrokê, ji biharê re, ji çiya re, ji hevalê xwe re, ji dilê xwe re, ji xwe re dixwînim. Bi tevî şevên ku dibin kelem jî, dîsa jî ez dixwînim.
Wek te dîtibû destê min ji lîstokê ne diket û nakeve helbest, kaniyeke diherike, li ser zeviyên jiyaneke, şêrîn û tahl.. Berê me gotibû xeyal, xewn rastiyan ve jîn dike di hembêza zagrosan de. Mane nepirse cilê min ew cil e, ê te bi destên xwe dirûtibû gabardîn e û bi ser de ew êleka ku xwe ji bêrîkan re kiribû war. Di bêrîka min de tiştek nîne, ji bilî bîranînên te, û ê ketin oxira dozê, wêneyek ji rojê û ew fîşeka dawî ya ku bihêle ez axê ramûsînim.
Destmala ku agirê çixara te ser ketibû, ew li serê min e, dibe ku hinek kevin be rizî be tişt nabe, bêhna min pê derdikeve û meqaba me bi hev guhertibû ya pîhnekirî, hin ez bi wê dimeşim.
Jixwe tu min nas dike, hevdîtina min bi dara berûyê re çi qeys pîroz e, wek eşqa sivorekî pê re dikenim, diaxivim, dileyîzim û digirim.
Aniha aniha bi wê mendîla ku te dabû min ez rondikên xwe paqij dikim, li ser ruhê min ê ku ji hêsran terbûn westiyan, wa çaye kelî û agir melûl bû û dîsa jî bi şaştî ji qedeha te vedixwim wek berê. bibore her ev rexne li ser min e jê xelas nebûm, dibe ku ji eşqa zêde be lewma tiştên destên te bi min şêrîn tê heval. Şev dirêjbûn, talbûn wekî her car. Heyv diçe stêrk diçe ez dimînim.
Ez dimînim li ber dengê çeqel û gura û narazêm. Çavên min ê ku nizane xew bike her nobedar e, carina xilmaş dibe birçiyê kêlîkî xew e lê narazê. Narazê heta sibeh dibêje rojbaş azadîxwaz. Ez wek koçerekî, nan û ava min pişta min e, di wî çentê min ê ku naxwaze pişta min dakeve. Ne li Oremar, ne li Zap, ne li Şaho, ne li Qendil
Min nehiştiye devê çeka min sar bibe, di aniya Pêşda û di çepera tû lê bu, wexta ku em û mirinê bi rastî hev tê, nepirse hin wek berê bêhna min teng e. Ma vê tarîtiyê hiştiye ku ez bi bêhnfirehî li azadiyê bigerim. Nekene tu jî wekî min e. Me bi hev re perwerdehî dîtiye di zaningeha azadiyê de birako, wek te gotibû em ji şevên tarî natirsin, gava ku em bixwe çirabin mane.
Hin ez wek xwe me heval, meşa min ew meş e, kenê min ew ken e, xemên min ew xem e, derdê min ew derd e, soza min ew soz e tiştek tiştek di min de nehatiye guhertin. Lê bes tenê tenê piçek ji eşqa azadî li min zêdetir bûye û hew hin ez wek xwe me heval.
SPAS JI BO XEZAL KOÇER KU EW GOTINEN HELBESTÊ GIHAND ME
Bèjè ferhat merde bèjè
YanıtlaSilSaet xweş dînoo
YanıtlaSilBu yorum yazar tarafından silindi.
YanıtlaSil❤☀️💚✌🏼🕊
YanıtlaSil