2 Aralık 2013 Pazartesi

Ferhad Merde Doxtor 2013 Helbesta Nû

2 yorum:

  1. Tixtor
    Ger bibe kêf û şahî, çi j’te re bikim diyarî
    Gulekê buharekê, dîlanekê stranekê,
    Çîrokekê helbestekê, rexneyekê, çi?!
    Tama van rexnan nîne û serê me pir têşîne…
    Me pir caran rexne kir, rexne û me dûbare kir
    Dûbare, dûbare, Dûbare nebû çare
    Min pirs kir li her dera, Çara wê çiye bira?
    Tu hekîM û tu tixtor, derman bike jîna zor
    Di bextê te me xilaske, sorûna ji me jî rake
    Ev tayabermendiyên nebaş, xwe berdane mejî û laş,
    Bêxemî, fêlbazî, hantalî, bêpirsî
    Ji ser bigire heta piya, ez ketim nav kêmasiya
    Her derê min têşe tixtor!
    Ay, of, ax, tu derên min nîne sax
    Ez nexweşim nav nivîna, min nebin tu cîvîna
    Binêer ez çi qurnazim, tim rihetiyê dixwazim
    Hema te b’çavê xwe dît, rojek ez nebûm cîddî
    Tu çi bike ez nayêm xefkê, ez bikim jî gotine l’ser kaxezê
    Erê erêêê,
    Yek cîrokek min hebû ez ji ya xwe danediketim
    Çi bi serê min hat, ez j’ya xwe danetketim
    Ez birçî mam û tazî mam, bêcî mam û bê xew mam,
    Ez j’ya xwe danetketim, ez talan bûm, wêran bûm,
    Bêkesbûm, bêwarbûm, ez j’ya xwe danetketim
    Ez geriyam çola ketim, li etrûşê, li Neynewal, li Nehdara
    Der nema ez lê negeriyam û ez j’ya xwe danetketim
    Li vê Mexmûra wek agir, min ber xwe da û min şer kir
    Li himber dûpik û mara, tesfiye û teslîmkara
    Ez ji ya xwe danetketim.
    Piştî mejiyê min heliya, sicad j’bin min kişiya
    Yek kêfxweş bû, yek giriya, yek bêxem bû, yek êşiya
    Guldank ji destên min ket, perçe perçe bû, şikest
    Ev çîroka me e Tixtor…
    Çîroka bi teşkekî, xwarina bi berûyekî,
    Deh heb bi kefçiyekî, gotinek bi zimanekî
    Ramanek bi seriyekî…
    Ger yek j’me nexweşbû, dinya bi her kesê reş bû
    Derdê me hemûyan yek bû,
    Ev çîroka me ye Tixtor.
    Lê niha jî neyê serê tu kesî û ev dimirim bi bêpirsîn
    Wê kî bidirû kefenê min, kî min têxe gora min,
    Kî laşê min lilîne û kî fatîhê bixwîne
    Kî mir ji kîşî xwe çû, de başe j’xwer rihhet bû
    Kesê kesan tûne Tixtor.
    Ger tu bêje penaber, yan îman yan şoreşger
    Tê ked bide, tê rih bide, tê dil bide,tê can bide, tê can bide, tê mal bid
    Ev çîroka me ye Tixtor
    Lê nizanim ew mehdê tirş, di serê min de dibe pirs
    Kê babê kê kuştiye, xesûya kê miriye
    Kê ji kê çi diziye…
    Herdem wekî aşiqan, ez ketim nava şikan
    Bo gûn herşey diyeceyim, ger jî pir be ger jî kêm
    Û kimseye dinlemiyeceyim
    Ya hûnêmin xelatkin, ya hûnê min celadkin
    Bene dînle arqedaş, ez nabêjim ji aş û baş
    Ka bisekine…
    Ji bo em ji hev fêmkin, em ê hinekê Kurdî kêmekin
    Biraz Kurdça û fazla Tirkça
    Keko zimanê kurdî,min têr nake ji birça
    Bû dîl xoşinize gidiyor, herhalda kurtçe bize hor geliyor
    Hindik maye ez bibim tirk, babam tirk anam tirk
    Ez yekî stenbûlîmim û eybe ez Mezmûrî bim
    Madem wiha li te xweşe, li min jî bistûşeş e
    Gulmeyîn erqadaşlar, bi ken nabe çareser
    Bû gençlerin gerçeyî, genco ma qey tu heyî
    Haaaa genco zanko dizwîne, min nizanî biborîne
    Ez xwe didim vî milî, tu yê qismi daxilî
    Xortên ku bibin Tixtor, dirêj kir neynûk û por
    Û keça bibe sosyolog, moda avête ser çok
    Li vir û wir û hawîrdor, kîbar kîbar yûrûyor, Nazike !
    Li nav hejar û feqîran, diviya bibe Şakîra
    Erê demokrasiye,keyf û şahî, xweşiye
    Giran çû sivik hat, sivik hat û bi BERBAT
    Talan û tarûmare, serê me îro xware
    Bûyrûn XANÎM EFENDÎ, ez cahil û te xwendî
    Yê me eeeem gêrî ne, lê hûn pêşketîne
    Lê ez ŞÛNKETÎNA XWE, NADÎM BÎ SED MODÊN TE
    Bi salan dixwîne bi sal, piştî zanko nabe mal
    Ev rastiya me ye Heval.
    Qesem bi navê ,xwedê, valeye çûna yûrdê
    Yyyek puanê ez nadim.
    Heçî gencên bi rih û sportîf,ew dibin alternatîf
    Wey xwwelî li serê min be û li bejna min a kin be
    Gêncîtî ne wihaye keko, çavşîno çavbeleko
    Gencîtî ne b’cila ye, ne b’zîv û zêra ye
    Her ne ew rîhê pûçe ne jî ew sînga rût e
    Silav li we gêncên me !
    Tenê yê li ser milên wan, xitik û deq û dome
    Yên naçin dibistaê, berê xwe dan kolanê
    Yên li serê babê xwe, bûn sorûn û bûn bele
    Di Navbera te û nebaşa, çi ferqa wê ma paşa
    Hina rakirin navê şehîd, hina xwe kirin Egîd
    Hin xwe kirin Bêrîtan û hina xwe kirin Zîlan
    Weey mala te ne-ava, qey ne heyfa wan nava
    Ger gênceên me wiha be, nivşên din wê çawa be
    Ev gêncên me ne Tixtor, hîn em bi vê raîne
    Xwedê me biparêze, ji belaya mezintir.

    ... (Didome)

    YanıtlaSil
  2. ... (berdewam)
    Ti çi dibêjî Mamoste, te xwediye û tu hoste?
    Tu pir bi tecrûbeye, ka şaştî di kûdeye
    Lê bigere bibîne, belkî tu rastiyê bine
    Tirsim nexweşiya Hewlêr, li te jî bûbe penceşêr
    Dinya bûye menfîet, menfîet jî sedî sed
    Saeteke ji karê xwe, nade ne bi min û ne bi te
    Tişteke nîne belaş, bi belaş kes nabe qerraş
    Cihê feyda wî têde nebe ti bike jî jî xwe be
    Civakek xira dibe, tu kes dengê xwe nake
    Dînareke wî diçe, dinyayê xira dike
    Çîroka fedakariyê ew carekê bû Tixtor
    Li ser avê herikî ka, ka parastina rewa
    Ka milîsê heştîûçar, li vir bûye taşronê kar
    Heyy min çavê te xwarî, ji dil tu fedakarî
    Ev firsata û pêşbirke, pêşbirkeke bi rikke
    Modelek nû xwe da pêş, kar neke û nebe serkêş
    Madem halê me bi wiha be, xweserî bi me nabe
    Çi xweserî û çi jî hal!, di rih de em nebûn heval
    Ev çi kulin ev çi derd, şerê li ser bostek erd
    Erdê bab û kalê min, jê dixwe dijminê min
    Herdem ez û cîranan, dişkênin dev û diranan
    Vego dibêjin
    Me dev ji nêçîra bazan qerî û em ketin pey çêkan
    Lê xaletê lê metê giriyê me b’halê me tê
    Çiqas bêjim vala ye, mane gotin wek baye
    Keko ev ya herî baş, silav li her tiştên şaş
    Wêranke, xera ke, mala Gazwiraye
    Tu çi bibîne talan ke.
    HErrr bijî j’te re bijî, bike wek dilê min jî
    Xerabûn pir şêrîne, îroj heye sibe nîne
    J’bîr bike tu penaberî û felek li serê te digerî…hahaha
    Semtek du û sê û çar, ya star û ya star
    Te çi dît û min û li her derî deduqodî
    Herkes xwe da pêş, êêê mêş bû gamêş
    Li ser avê, li ber avê, li tenûrê, li kolanan
    Li qehwê, li dikana, li çolê…
    Way way way way, dedukodî bû agir û resmiyetê j’vir bar kir
    Ey resmiyet uxir be, ger berê te li kur be
    Qetem ji te hes nakin û kirasê te li xwe nakin
    Böyle herşey qariştî, heyfa rûmeta kuştî
    Netirsin ji çîrokê, tirsim em têkevin ber nehleta wê dîrokê
    Çara wê çiye Tixtor?
    Çare j’destê van gêencan, ez biçim semta pêncan
    ÇARA WÊ JÎ EV E TİXTOR!
    Ferhad Merde
    (Nivîs:War BOTAN)

    YanıtlaSil