Hemşerî
Hemşeriyê min
xwedê xêr bike ku tu hatiye vê xerîbiyê
Deka bêje min te çi tişt bi xwe re anî
ji wî welatê ku tu jê hatî
Ma çendek ji axa gundê min li te giran bû
te bi xwe re ne anî malnemîrat
Qene silavek ba qene gulek ba qene berhûrek ba qene dilopek ji barana ezmanê welatê min ba
Tu çi hemşeriye ku tu dest vala hatiye vê derê
Diyar e te wek min êşa xerîbiyê nekişandiye birakoo
Kê ji te re gotiye tahma xerîbiyê şêrîn e
Û kê ji te re gotiye keserek tenê jî di vê xerîbiyê de ne bi kûl û birîn e
Her şeva ku ez di vê xerîbiyê de kabusan nebînim tu bawer bike nîn e
Ez li gelek biharên xelkê re derbas bûm birako gelek
Min gul dîtin min reng dîtin
Lê wek bihara gundê min şêrîntir tu bawer bike nîn e
Xêr e tu naaxivî kê devê te girêdaye û çi derd bi te ketiye ku tu ketiye nava pêlên vê wendabûnê
Gelo stêrk ji ezmanên welatê te kêm mabûn ava dîcle û firatê li te çikiya bû
deşt û çiyayên bilind li ber çavên te nema xuya bû
Ku tu bixwaze çîroka poşmaniyê bi min re bixwîne
Li awaza dengê min ê melûl guhdar bike
tu ye bibîne di her nefesekî min de çend caran navê gundê min derbas dibe
Û li ser sifreya dûrbûnê di nava kêliyên hesretan de ez difetisim pariya di gewriya min de bi ava xerîbiyê nayê daqurtandin hemşerî
De li wî gundî kê maye heta ku ez mektûbekî nameyekî jê re bişînim
Ji bo wê dayika min re bêje ez ê bêm
Bi baskên poşmaniyê ez ê bifirim û bêm
Ez ê bêm û lêborîna xwe bixwazim ji wê evîna ku min ji nîvî de hişt ji wan çûkan re ji wê biharê singê çadira min di axa xeribiyê de rizîn û min tu kirasên evînê li gorî bejna hestên xwe nedît
Xweliya ku min serê min de dabû bi serê tu kesî de neyê hemşerî
Xweliya ku bi serê min de dabû bi serê tu kesî de neyê hemşerî
Di van kolanan de
ez ji dîmenên bêwate têr bûm
Û çavên min nema têrî rondikên min dikin
Min bêriya sibehekî kiriye ku ez bi dengê dîkan re şiyar bibim û kalîna bilora şivanan li ber guhên min neçûye hemşerî û ne jî berxikên li peşiya malan û çîrokên di şevbihêrkên dirêj de
Roj di ser min de derbas nebûne ku min pirtûka biranînên xwe di vê xerîbiyê de nexwendibe di vê xerîbiyê de min pişt li nivîsoka xwe şikand
Di vê xeribiyê de min pişt li nivîsoka xwe şikand
Helbest west în ji gazin û mereqên min
Helbest west în ji gazin û mereqên min
Nanê xerîbiyê weleh ne tu nan e hemşerî
Nanê xerîbiyê weleh ne tu nan e hemşerî
Xêr e tu naaxivî û kê devê te girêdaye deka bi min re têkeve di bin lihêfa vê xerîbiyê
Belkî tu bizanibe û têkeve xewnên hesretan
belkî tu bizanibe çima gazinên min di guhên te de hewar dike hemşerî
Belkî tu bizanibe çima gazinên min di guhên te de hewar dike hemşerî
Belkî tu bizanibe hemşerî
Belkî tu bizanibe hemşerî
Belkî tu bizanibe hemşerî
Spas ji bo Xezal Koçer..
Ağzına sağlık leke ferhad
YanıtlaSil