2 Aralık 2013 Pazartesi

Ferhat Merde - Ez Jite Hezdikim

7 yorum:

  1. sayın admin.. kürtçe sözlri yazsanız cok iyi olur yaw lütfen :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar





    1. Ferhad Merde - Ez Ji Te Hez Dikim
      Vîdyoyê nîşan bide
      Ji te hez dikim û hez dikim û hez dikim
      Û nexweziya wê cara ku min gotî ji te hez dikim
      Ez hej te dikim tu cîran bî û di navbera min û te de ne sînor û ne dîwar bî
      Tenê şevek heba û şev jî ji heyv û stêrkan re negotiba çawa ji te hez dikim
      Ez hej te dikim tu her bima zarok, daku di lîstok û yariyên te de min xwe dîtiba zarok
      Wê gavê tukes lome ji min nedikir ku min ji te re gotiba ji te hez dikim
      Ez hej te dikim, ji te bêhtir û ji deriya te firehtir û ji gerdena te xweşiktir
      Û ji bejna te ziravtir, ciwantir, birûmettir
      Nexerîb e ku xweda te dabe ku tu ji min ra bibe qeder
      Û nexerîb e ku Xweda min jî dabe ji boyî ku hej te bikim
      Ez hej te dikim ku li ser refa eşqa min tu mamoste bî
      Û ez şagirtekî tembel bim, lawaz bim, neguhdar bim
      Ji boyî her gavê, bê rawestan, te min ho kiriba çawa ji te hez bikim
      Ez hej te dikim ji te dûr bim û ji te bêxeber bim di bin konê xurbetê de
      Da di her bîranînekî xwe de binivîsînim ji te hez dikim
      Lê kengî gava ku xerîbî te bi min şirîn bike û ez bîriya te bikim, wê gavê ez hej te bikim
      Ez hej te dikim lê ne li vir, li cîyekî din, di wî welatê ku tu tê de biba al
      Û di bin sîya ala te de sond bixwim bi wî axa te û bi roka te û bi çiyayê te û bi çem û rûbar û kaniyên te
      Min divê xewnan birêsînim bi tewn û xeyalên te
      Û çîroka min bibe nivşek ji çîroka te
      Wek te, çawa tu bikişî, çawa tu bimeşî, çawa tu di destana evîndaran de bibe sembol
      Ez hez dikim tu roj bî û ez gulberoj bim, mêjdarê bêhna tîrêjên te bim
      Wek derwêşek di eşqa te de xelwet bibim, kûr bibim, bibim sofî, cinetê bi çavê xwe bibînim
      Ez bibînim ku tu têde bûye horî
      Deriyê emrê min tim wekirî ne di hizûra dil de
      Kengê tu derbaz be, bêminet be, derî nexe were
      Ez hez dikim leşkerê hestên min, di nav leşkerên hestên te de bi artêş bin
      Xwe bi rext û çek bikin ji hêza awirên te
      Ger emrê min têra hezkirina te bike, ez ê te ji xwe re bikim rêbera şoreşa evîna xwe
      Na ku ez mirim, qe ne tu jî min bike şehîdê eşqa xwe
      Ez hez dikim, navê te, rengê te, delaliya te
      Bimeşe di nav pirtûk û destanan û xwe weşêre di nav dîroka borî û ya bê
      Roj bi roj, meh bi meh,
      çend sal in ez xwe fêr dikim te ji xwe re bikim dijmin
      Lê ka ew dilê ku qêmîş bike ji te re nebêje ji te hez dikim
      Ku tu zalim be jî min nexem e, dagîrkeriya zilma te jî min neçar dike ku ji te re bêjim ji te hez dikim
      Ku ez bêjim ez hej te nakim, derew dikim
      Û li ser te ez ne dîn û har im, derew dikim
      Û ji dîtina te ez poşman im, derew dikim, derew dikim, derew dikim
      Ez derew jî bikim, lê dil derew nake, ji te hez dikim, hez dikim, hez dikim.

      Sil
  2. Sayin admin lutfen kurtce sozlerini yazarmisiniz sizden ricam

    YanıtlaSil
  3. Türkçe sözlerini yazarsanız çok memnun olurum .şimdiden teşekkürler

    YanıtlaSil
  4. Ben yazıyım admin yoğun galiba

    YanıtlaSil
  5. Seni seviyorum ve seni seviyorum ve seniseviyorum ve birdahaki sefere seni sevdigimi söylediğimde bunun dogası degil senin komşun olmanı istiyorum aramizda sınır ve duvar yok sadece bir gece ve gece ay ve kara yıldız bana seni nekadar çok sevdiğimi söyledi keşke bir çocuk olsaydında oyunlarında ve hayallerinde bir çocugum olabilseydim sonra cennete gidecegim seni sevdigimi söyledim seni senden daha çok seviyorum v.s işte parmaklarım yoruldu :))

    YanıtlaSil
  6. Devamı yok mu bu şiirin Türkçe karşılığı

    YanıtlaSil